Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê nexweşxane di rewşa awarte de dixebitin. Tunebûna dermanan jî bandoreke giran li nexweşan dike.

Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
Ji ber dorpêçê nexweş jî nikarin tedawî bibin
5 kanûn, 2023   03:42
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

 Hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser herêma Şehbayê didomîne. Koçberên ji Efrînê yên nexweş, nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan û tunebûna dermanan jî jiyana koçberan zehmettir dike.

Koçberên nexweş ên ji Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Koçbera bi navê Zelox Mihemed ku nexweşiyên şekir û tansiyonê pê re hene, got: “Ez niha li Kampa Serdem dijîm. Nexweşiyên şekir û tansiyon bi min re hene. Ez gurçikên xwe jî dişom. Lê li nexweşxaneyê ji ber dorpêça hikumeta Şamê, derman tune ye. Em gelek zehmevtiyan dikişînin. Divê ez hefteyê carekê an jî du caran li şekira xwe meyze bikim, lê li Heyva Sor a Kurd li kampê tune ye. Her wiha li nexweşxaneyê jî tune ye. Ev zehmetî tev ji ber dorpêçê ne.”

Di dawiyê de Zelox Mihemed wiha anî ziman: “Berxwedana me ji dorpêça hikumeta Şamê bi hêztir e. Tu carî dorpêç nikare vîna me û berxwedana me têk bibe.”

Her wiha dayika zarokekî nexweş Cîhan Menen jî wiha got: “Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê xetereya herî mezin li ser nexweşan e. Ev zarok ji dema jidayikbûnê ve pê re nexweşiya sihayê heye. Ji bo wê di vê demê de bi taybet oksîjên lazim e. Lê li vir nayê peydakirin. Heke peyda bibe jî pir biha ye. Lê belê em di konan de li ber xwe didin.”

ANHA