Eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da

Şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da û soza şopandina xeta şehîdan û parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

Eşîrên Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da
4 kanûn 2023   21:12
DÊRAZOR

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi QSD′ê re anîn ziman. Daxuyanî li bajarokê Behra ji aliyê yek ji rûspiyên Demîm Ebdulbasit El Hiwêdî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em rûspiyên eşîrên Şiêtat, Demîm, El Bû Herdan, El Bû Xatir, Biqan, Murîh, El Bû Bedran, El Mersûm, El Hesûn, El Rawiya, El Aniya, El Muşahîda, El Dilêc, El Merşîda, Dilêm û tevahî eşîrên herêma rojhilat ji El Bû Hemam heta Baxozê bi dil û can piştgiriya xwe bi QSD′ê re radighînin. QSD′ê ji bo rizgarkirina xaka me ji teror û tundrawiyê giyanê xwe dide. Wê xwîna şehîdan li erdê neçe. Em ê herêmên xwe û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Em destwerdanên derve yên dixwazin ewlehiya herêmê me xirab bike, dikin. Em diyar dikin ku tiştek bi navê ′artêşa eşîran′ li herêmê tune ye, lê  belê lîstokek ku ji aliyê milîsên Îranê ve ye bi rêya wê dixwaze herêmê xirab bike û tevlihevî û fitneyê derxe.′′

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zarokên eşîran ên rasteqîn ew in ên di nava QSD′ê de ne û hate gotin: "QSD′ê nûnertiya tevahî eşîr û pêkhateyên etnîkî û olî dike û amade ye parastina tevahî Sûriyeyê bike."

Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî hate kirin ku li hemberî destwerdanên derve bisekine û got: "Em Koalîsyon wekî berpirsê parastina gel û saziyên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin."

(bb)

ANHA