Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 7’ê Tîrmehê roja Duşemê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.

Şandeya Îmraliyê wê bi Erdogan re bicive
6 tîrmeh, 2025   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar roja duşemê wê bi Erdogan re hevdîtinê bike.

Hevdîtin wê di saet 15.00’an de li Qesra Serokkomariyê were kirin.

Şandeya Îmraliyê beriya serdana Erdogan, wê bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari re bicive.