Li Sûriyeyê bareke çekên qaçax hat desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Sûriyeyê barek çekên cur be cur ku ji bo derbaskirina bi qaçaxî ber bi xaka Lubnanê ve hatibû amadekirin desteser kir, Hêzên Ewlekariyê dan zanîn ku ji bo naskirina şaneyê û toreyên qaçaxçiyê lêpirsînên wan didomin.

Li Sûriyeyê bareke çekên qaçax hat desteserkirin
22 mijdar, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Sûriyeyê aşkere kir ku wan di encama operasyoneke ewlehiyê ku bi hevkariya dezgeha istixbarata giştî pêk hat, bareke çekên cur be cur ku ji bo derbaskirina bi qaçaxî ber bi xaka Lubananê hatibû amadekirin desteser kir, pê re jî yek ji wan kesên ku bar hilgirtibû hat girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku ji bo naskirina şandeyê û toreyên qaçaxçiyê yên girêdayî wê lêpirsînên wan didomin.

(sb)