Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin

Di civînekê de ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve ji bo guhdarîkirina daxwaz û giliyên şêniyên Eyn Îsayê hate lidarxstin de, şêniyan gelek mijar gotûbêj kirin.

Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
Li Eyn Îsayê daxwaz û giliyên şêniyan hatin guhdarkirin
6 tîrmeh, 2025   15:46
EYN ÎSA

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola civînan a Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê li kantona Firatê civînek giştî li dar xist. Civîn bi armanca  guhdarkirina daxwaz û giliyên şêniyan hate lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê wê beşdar bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. piştre ji rêveberên  Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dewran El Haşimî axivî. El Haşimî behsa berxwedan û xweragiry gelê Eyn Îsayê li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir.

El Haşimî diyar kir ku Hêzên Ewlehiya Hundirîn ji bo xebatên xwe li hemû kantonan binirixîne, van civînan li dar dixe, her wiha ji bo guhdarkirina gilî, daxwaz û pêşniyarên şêniyan.

El Haşimî di axaftina xwe de, bang li şêniyan kir ku nekevin lîstonên fitne û şerê taybet ê ku tê kirin. hHer wiha behsa rola girîng a rûspî û serokên eşîran, kesayetên olî, rewşenbîr û jinan kir.

Piştî axaftinê şêniyan nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman, şêniyan xwest ku çekên bê destûr di destê xelkê de nemîne, di dawetan de gule neyên teqandin û têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir xurtir bibe.

Gilî û pêşniyarên şêniyan hatin nivîsandin da ku ji hêla rayedarên pêwendîdar ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve werin nirxadin.

(K)