Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina diyardeya xwekuştin û rêbazên çareserkirinê, bi dirûşma "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê" semînerek da.

Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"
Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"
Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"
Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"
Li Tebqayê semînera "Tu ne bi tenê yî, bi hev re li dijî xwekuştinê"
6 tîrmeh, 2025   17:20
TEBQA

Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Tebqayê, ji bo bilindkirina hişyariya civakî, piştgiriya tenduristiay derûnî û sînordarkirian rewşên xwekuştinê, bi taybet di nava ciwanan de, semînerek da.

Semînera li hola Meclisa Gelan a Tebqayê bi dirûşma "Tu ne bi tenî yî, bi hev re li dijî xwekuştinê", bi beşdariya nûnerên Desteya Ciwanan û Werzîşê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, partiyên siyasî û meclisên sivîl, hat dayîn.

Hevseroka Nivîsgeha Lêkolînan a Desteya Ciwanan û Werzîşê Losîn Ebdullah li ser mijara yekê ya bi navê "çima mirov digihîje asta xwekuştinê?" axivî. Losîn got: "Bi giştî xwekuştin, di encama kombûna êş û zehmetiyên derûnî, civakî û hebûnî de, ku şexs nikare derbirîne yan jî piştgiriyek guncaw wergire ku vê yekê derbas bike, pêk tê."

Losîn Ebdullah diyar kir ku şer û aloziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hiştin ev diyarde mezintir bibe bi taybetî di nav jin û ciwanan de.

Di mijara duyemîn de Losîn Ebdullah li ser sedemên xwekuştinê axivî. Losîn destnîşan kir ku ji wan sedemên derûnî hene weke depresyon û stres, sedemên civakî jî hene weke tenêtî û biçûkxistin, li kêlek van sedeman jî yên çandî hene ku bandora derdorê li kes dike.

Mijara sêyemîn û çaremîn ji hêla hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan Mihemed Silêman ve hat birêvebirin. El Silêman bi awayekî zanistî û hûrgilî behsa sedemên derûnî û civakî yên xwekuştinê kiri û têkiliya di navbera hilweşîna derûnî û nebûna piştgiriya civakî de kir.

Piştre beşdaran di nîqaşan de bal kişand ser bandora şerê taybet li ser ciwanan nexasim bi rêya madeyên hişbir û teknolojiyê, îzolebûna civakî.

Di dawiya semînerê de hat gotin ku pêwîst e çalakiyên hişyarî û hişmendiyê, çalakiyên werzîşî û çandî yên ku aîdiyetê û hişmendiya derûnî û civakî li gel ciwanan geş dikin, werin lidarxistin.

(mh/fr)

ANHA