Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin

Komînên Qamişloyê, li gorî biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya ku roja şemiyê ji bo xebatan komînan e, xebatên xwe yên xizmetguzarî û çandê dimeşînin.

Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
Komînên Qamişloyê xebatên xwe didomînin
28 îlon, 2025   11:14
QAMIŞLO

Li ser bingeha biryara ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye, ku her roja şemiyê ji hefteyê bibe roja xebatê li komînan, komînên bajarê Qamişloyê xebatên xwe didomînin.

Li gorî Rêveberiya Xweser ragihandibû, Ev biryar di rûniştina 114ˊan a Meclisa Gelan a Demokratîk de hatibû dayîn. Di wê rûniştinê de erkên meclisên xwecihî û mekanîzmayên aktîvkirina rola komînan hatibûn nîqaşkirin.

Têkildarî mijarê, li gorî hevserokê komînê Serdar Tîlo, Komîna Şehîd Elî çalakiya xwe ya meydanî didomîne. Komînê endamên xwe dabeşî koman kirin û ev kom serdana malbatên şehdaîn dikin, destpêşxeriyên paqjiyê bi rêxistin dikin, serjimariyê dikin, alîkarîkirina şêniyan di karên rojane de dikin û mazotê dikin.

Li Komîna Şehîd Reed jî, li gorî kesên xebatê bi rê ve dibin 2 kom hatine çêkirin; ya yekê serdana malbatan dikin û ya duyê jî kesên amade dibin û endamên destûran dixwazin qeyd dikin.

Li aliyekî din jî hevserokê Komîna Şehîd Rûken, Mihemed Elî diyar kir ku bi piştgiriya Mala Jinan û xelkê taxê dersên zimanê Kurdî ji bo tevahî beşên civakê tên dayîn. Elî anî ziman ku ev gav şêniyan di aliyê xwendin û nivîsandinê de xurttir dike.

Li gorî plansaziya meydanî, her 2 komîn bûn yek û li navendekê dersên ziman dibînin.

Li gorî bernameya hatiye danîn; komîna şehîd "Lewend û Memo" li navenda Komîna Şehîd Memo ya taxa Hilko rojên şemî, duşem û çarşemê saet 04:00ˊan dersên ziman dibînin.

Komînên şehîd "Adil, Delîl, Fexrî" li navenda Komîna Şehîda Adil a li taxa Kornîş rojên yekşem, sêşem û pêncşemê saet 05:30ˊan dersên ziman dibînin.

Komînên şehîd "Rûken û Qamişlo" li dibistana Hisên Ebdullah a li taxa Siyahî wek destpêkê rojane saet 04:30ˊan dersan dibînin.

(fr)

ANHA