Rûsya kontrokirina bajarokekî Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Vilni yê Ukraynayê kontrol kirine û li gelek eniyan pêşde diçin.

Rûsya kontrokirina bajarokekî Ukraynayê ragihand
19 tîrmeh, 2026   20:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Vilni yê herêma Dnipropetrovsk kontrol kirine û li eniyên şer ên ên Ukraynayê pêşde diçin.

Di daxuyaniya wezaretê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin hate gotin, "Yekîneyên koma Rojhilat piştî operasyonên girîng, li kurahiya Ukraynayê pêşde çûn û bajarok kontrol kir."

Serfermandarê Giştî yê Rûsyayê  Valery Gerasimov duh gotibû ku hêzên Rûsyayê bajarê Myrnne kontrol kirine û behsa nêzîkbûna kontrokirina bajarokên din kiribû. Her wiha anî ziman ku pêşveçûna wan ber bi Sloviansk, Kramatorsk û bakurê Krasnoarmeysk ve berdewam dikin.

(bb)