Li Dera û Quneyterayê tevger û êrişên Îsraîlê

SOHR‘ê ragihand ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 7 caran ketin axa Sûriyeyê û 2 caran êriş pêk anin.

Li Dera û Quneyterayê tevger û êrişên Îsraîlê
19 tîrmeh, 2026   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 7 caran ketine gundewarên Dera û Quneyterayê û 2 êriş pêk anîn. 

SOHR‘ê da zanîn ku di nava 24 saetan de dewriyeyên Îsraîlê ketin gundewarên Qunetyerayê wekî Til Ehmer Şerqî, Sede Kodna, Semedaniya Şerqî. Her wiha tevgerên wê li nêzê gundê Seyda Hanût û Wadî Ruqad ên Derayê hatin dîtin.

Hate diyarkirin ku droneke Îsraîlê rêya di navbera gundên Abidîn û Arîdayê de yên Hewza Yermûkê bi du bombeyên dengê kirin hedef û 3 top avêtin derdora bajarokê Hemêdiyê.

Di van êrişan de qurbanî û zerarên madî çênebûn.

(bb)