Kesek ji cihê kar hatibû revandin kuştî hate dîtin

Li Humsê kesek ku di kêmî 24 saetên dawîn de ji cihê karê xwe hatibû revandin, kuştin hat dîtin.

Kesek ji cihê kar hatibû revandin kuştî hate dîtin
19 tîrmeh, 2026   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundewarê Humsê kesekî 40 salî ku di kêmî 24 saetên dawîn de ji cihê kar hatibû revandin kuştî hate ditin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku ew kes ji çewilka mirîşkan ku lê dixebitî hate revandin û cenazeyê wê li odeyekê di nava zeviyên çandiniyê yên navbera gundên Şiniyê û Tîba yên rojavayê Humsê de hate dîtin.

SOHR‘ê destnîşan kir ku daneyên destpêkê nîşan didin ku sedema kuştina wî mezhebî ye. hate gotin ku sedemên kuştinê û kesên li pey hîna nehatine zanîn, lê lêkolîn dewam dike.

(bb)