Efaf Heskî: Civak pirtûkên dibistanan rexne dike

Rêvebera Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê Efaf Heskî pirtûkên dibistanan ên hikumeta veguhêz rexne kirin û daxwaz kir ku bên guhertin. 

Efaf Heskî: Civak pirtûkên dibistanan rexne dike
22 mijdar, 2026   05:05
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Pirtûkên dibistanan ên hikumeta veguhêz tên rexnekirin û tê gotin ku tê de pirrengiya çandî, olî û neteweyî ya Sûriyeyê nîn e. 

Rêvebera Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Efaf Heskî têkildarî mijarê got: "Pirtûkên dibistanan ên heyî ne mîna materyalên ku zarokên me di şoreşa Rojavayê de xwendine. Bi taybet pirtûka ziman û dîrokê ji bo zarokên me gelekî girîng e. Ez daxwaz dikim ku pirtûkên dibistanan bêne guhertin. Divê pirtûkên dibistanan li ser bûyer û tecrubeyên welat tê re derbas bû, bêne nivîsandin û êşa gel a di şoreşê de bê vegotin."

Her wiha Efaf Heskî da zanîn ku di pirtûkên dibistanan de agahî û wêneyên jinan guhertine û wiha lê zêde kir: "Guhertinên di pirtûkên dibistanan de kirine, ne biçûk in. Dîrok, bûyer û wêne rakirine. Mînak; wêneyê Mona Lisa nîn e û wêneyên jinan bi desmal in. Li Sûriyeyê Suryan, Kurd, Çerkez, Elewî, Xiristiyan û Êzidî hene. Divê di pirtûkên dibistanan de hebûna pêkhateyan neyê paşguhkirin. Civak van pirtûkan qebûl nake."

Ji bo ziman jî Efaf got: "Li gorî qanûnên navneteweyî û mirovî ziman nasnameya civakê ye. Li kîjan dewletê neteweyan ji zimanê wan mehrûm bikin, dibe krîz. Biryara Wezareta Perwerdeyê neyînî bandor li ser pêvajoya entegrekirinê kir. Divê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser bingeha demokratîk bi hev re Sûriyeyê ji nû ve ava bikin. Lê biryarên bi vî awayî ziyanê didin pêvajoya aştî û entegrekirinê."

Di dawiyê de Efaf Heskî anî ziman ku divê pirtûkên dibistanan li gorî xweseriya pêkhate û neteweyan bêne amadekirin û hemû pêkhate bi hev re pirtûkên dibistanan amade bikin. Bi taybet Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şoreşa Rojava de gelek bedel dan û nabe ku were paşguhkirin.

(np)

ANHA