Rojnameyên erebî der barê siberoja Xezayê de nivîsîn

Çavdêran diyar kir ku peymana di navbera Îsraîl û Hamasê de dê bibe destpêka qonaxek nû ku dikare deriyê çareseriyek siyasî ya berfireh veke, lê der barê siberoja rêveberiya Xezayê û çarenûsa tevgera Hemasê nêrîneke zelal tune ye.  

Rojnameyên erebî der barê siberoja Xezayê de nivîsîn
10 cotmeh, 2025   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişandin ser nezelaliya li dora "plana aştiyê" ya ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ve hatiye destpêkirin.

’ŞERÊ QIRKIRINÊ RAWESTIYA’

Rojnameya El Xelîc têkildarî Xezayê wiha  nivîsî " Piştî şerê qirkirinê yê ku 2 sal û 2 rojan dewam kir, ji duh sibê de êdî mafê gelê Xezayê heye ku şahiyan bike û ji kavil û konan derkeve, dakeve kolanan û kêfxweşiya xwe bo rawestandina şer û xwînrijandinê bîne ziman."

Li gorî rojnameyêh, gelê Xezayê bawer nake ku şer dê raweste, êş û azarên wan dê bi dawî bibe, û ew êdî dikare birînên xwe derman bike, mal û binesaziya xwe ya bingehîn, wekî rê, dibistan û nexweşxaneyan, ji nû ve ava bike û êdî dikare mîna hemû mirovên din bixwe û vexwe.

’LUBNAN DAN Û STANDINÊN BIDAWÎKIRINA ŞERÊ DI NAVBERA ÎSRAÎL Û HAMASÊ DE BI TIRS DIŞOPÎNE’

Rojnameya El Lîwaa destnîşan kir ku derdorên siyasî yên Lubnanî li ser "gava duyem a Îsraîlê" bi fikar in ku pevçûneke leşkerî ya nû rû bide û rewş vegera dema  berî peymana agirbestê ya Mijdara borî. Rojnameyê da zanîn kir ku artêşa Lubnanê tevî astengiyan jî plana desteserkirina çekan li başûrê Çemê Lîtanî bi cih tîne, lê Hizbullah qebûl nake ku çekên xwe radest bike, ev yek vê dosyayê tevlihev dike.

Rojnameyê ji zimanê çavkaniyên siyasî diyar kir ku peyman dê pêşkêşî Meclisa Wezîran were kirin "ji bo nîqaşkirina bandorên wê yên li ser Lubnanê, bi taybet ji ber dibe bi rêya serdana nûner Tom Barrack, dîse guh bide bê mijarê."

PIŞTÎ KU HAMAS Û ÎSRAÎL LI SER QONAXA YEKEM LI HEV KIRIN... EM DI DERBARÊ PEYMANA TRUMP A LI DE ÇI DIZANIN Û ÇI NIZANIN?

El Şerq El Ewset  jî diyar kir ku "tevî hêviyên bidawîanîna şer jî, lê hûrguliyên girîng hene ku hîn zelal nebûne, ji wan hûrgiliyan, dema pêkanîna plane, rêveberiya Xezayê piştî şer û çarenûsa Hemasê. "

Rojnameyê wiha zêde kir "ti nîşanek zelal tune ku piştî bidawîbûna şer kî dê Xezayê birêve bibe", û destnîşan kir ku Trump, Netanyahu û welatên rojavayî û yên Ereb dixwazin ti roleke Hemasê di rêvebirina Xezayê de tune be.

Rojnameyê nivîsî ku "Hemasê heta niha daxwaza Îsraîlê ya ji bo çekberdanê qebûl kiriye." Rojnameyê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyek Filistînî diyar kir ku Hemas "heta ku hêzên Îsraîlê axên Filistînê dagir bikin, dê çekên xwe bernede. "

(k)