Festîvala Şehîd Bawer Agir sibê dest pê dike

Festîvala 6’emîn a Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir dê sibê li Kobanê dest pê bike. Di roja yekemîn de dê stadyuma herî mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were vekirin.

Festîvala Şehîd Bawer Agir sibê dest pê dike
10 cotmeh, 2025   10:36
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Bawer Agir a 6’emîn dê sibê (11 Cotmeh) li bajarê Kobanê dest pê bike. Festîval ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ve ’Bi hêvî û baweriya şehîdan, aştî û civaka demokratîk serbixe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bike’ hatiye birêxistinkirin.

Festîval wê saet di 14. 00’an de bi vekirina Stadyuma Şehîd Agir Bawer dest bi bernameyên xwe dike. Piştre komên folklore yê Sûriyeyê, Kurd, Ereb, Ermen û hwd dê govendên xwe pêşkêş bike. Roja duyemîn a festîvalê wê saet 10.00’an bi çalakiyên werîzşê dest pê bike û dê maçeke futbolê di navbera Tîma Kobanê û Tîma Serdemê de were lîstin. Saet di 19.00’an de wê şahiyek were lidarxistin. Roja dawî ya festîvalê dê saet 16.00’an bi sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bawer Agir dest pê bike û bi stranên gelek hunermendan bi dawî bibe

Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê Avaşîn Misto têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Avaşîn Misto diyar kir ku festîvalê her sal 2 rojan dewam dikir lê wê îsal 3 rojan dewam bike û got: "Xebatên vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir a di sala 2018`an de çêkirina wê dest pê kirûb, ber bi dawîbûnê ve diçin. Ev stadyum li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a herî mezin e û dê di roja yekemîn a festîvalê de bi fermî were vekirin.”

Avaşîn Misto li ser bernameyên ku dê di festîvalê de werin pêşkêşkirin ev agahî dan: "Roja yekemîn dê bi vekirina Stadyuma Şehîd Bawer Agir û çalakiyên çandî yên neteweyên li herêmê dest pê bike. Em dixwazin bi çanda gelan û bi şandina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji gelan re dest bi festîvalê bikin. Her neteweyek bi reng û çanda xwe dê beşdarî festîvalê bibe. Roja duyemîn ji bo bernameya werzîş û lîstikan hatiye veqetandin. Dê lîstikên bazdan, maratona bisîklêtan, voleybol, satranc û hwd werin lîstin. Saet di 19:00’an de dê bi şahiyeke mezin were lidarxistin. Di roja sêyemîn a dawîn de jî dê bi beşdariya hunermendên ji deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hunermendên li derveyî welat berhemên xwe pêşkêş bikin.”

Avaşîn Misto di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku festîval ji bo bîranîna Şehîd Bawer Agir e û got: “Em bi hêvî ne festîvaleke xweş bi gelê xwe re derbas bikin.”

Festîval ji bo bîranîna Bawer Agir (Ahmet Akyuz) e ku 13′ê Cotmeha 2019′an de di encama bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Hiwêcê yê Girê Spî şehîd bûbû.

 (bb)

ANHA