Rojnameyên erebî der barê dan û standinên li Şarm El Şêx de nivîsîn

Rojnameyên erebî gera nû ya danûstandinên di navbera Hamas û Îsraîlê de wekî "erênî" nirixandin, tevî nakokiyên kûr ên li ser mijarên ewlehî û siyasî.

Rojnameyên erebî der barê dan û standinên li Şarm El Şêx de nivîsîn
7 cotmeh, 2025   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser dan û standinên di navbera Hemas û Îsraîlê de yên li Şarm El Şêx a Misirê.

‘GERA YEKEM A DAN Û STANDINÊN HEMAS Û NAVBEYNKARAN ‘ERÊNÎ’ BI DAWÎ BÛ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat ragihand ku gera yekem a dan û standinên nerasterast ên di navbera Hemas û Îsraîlê de erênî bi dawî bûne û civîn dê îro berdewam bikin.

Rojnameyê li ser zimanê radyoyeke Îsraîlê diyar kir ku dan û standin ne tenê bi mijarên ewlehiyê ve sînordar in, lê siberoja rêveberiya Xezayê piştî agirbestê jî tê gotûbêjkirin. Her wiha pêşniyar hene ku hêzeke navneteweyî ya demkî ji bo pêkanîna aramiyê û şopandina xebatên ji nû ve avakirinê, were avakirin.

‘LI ŞARM EL ŞÊXÊ DERFETÊN SERKEFTIN Û TÊKÇÛNÊ BI QASÎ HEV IN’

Rojnameya El Ereb a li Londonê diyar kir ku tê payîn şandeya Hemasê bi serokatiya Xelîl El Heya, dê hewl dibe xwe ji mijara bêçekkirinê bide alî ku ji bo Hemasê mijareke hebûnê ye. Lê Hemasê diyar kiriye ku ew ê xwe ji rêvebirina Xezayê dûr bixe.

Şandeya Îsraîlê, bi serokatiya wezîrê kar û barên stratejîk Ron Dermer, dê hewl bide giraniyê bide ser mijara berdana girtiyan, bêyî ku mijarên din gotûbêj bikin. Ev helwest ji hêla hêzên rastgir ên di nava koalîsyona desthilatdar a Îsraîlê de jî tê piştgirîkirin.

Rojnameya El Xelîc a Îmaratê jî bi sernavê "Dan û standinên di bin agir de" behsa vê mijarê kir. Rojnameyê diyar kir ku tevî lihevkirina li ser xalên giştî yên plana aştiyê ya Trump, dan û standin dê ne hêsan bin, bi taybet ji ber ku Îsraîl ji bo gihaştina rêkeftinekê ne bi coş e. Li gorî agahiyan hin aliyên siyasî û leşkerî yên Îsraîlê ji bo sedemên siyasî û bîrdozî dixwazin şer dirêj bibe, lewma dibe ku dema dan û standinan dirêj bibe.

(k)