Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hevdîtina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çû Şamê.

Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê
7 cotmeh, 2025   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo hevdîtina bi hikumeta veguhêz re ya di çarçoveya hewlên berdewam ên bicihanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera Fermandariya QSDˊê û hikumeta veguhêz de hatiye îmzekirin, çû Şamê.

Ev gav piştî civîna 6ˊê Cotmeha 2025ˊan ku tê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El Yûsif û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaş,  Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, ku serokatiya şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî dikir, amade bûn.

Hûrgiliyên têkildarî dema civînê yan jî navên endamên şaneya ku çûye Şamê, nehatin aşkerakirin.

(fr)

ANHA