ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 07-10-2025

ROJEVA NAVNDA NÛÇEYAN A 07-10-2025
7 cotmeh, 2025   02:00

Siyasetmedar û kesayetên civakî got hilbijartinên "parlamentoyê" yên ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê pêk anîne, ne demokratîk in, nûnertiya vîna gelê Sûriyeyê nakin, tevlêbûna jinan şeklî ye û kesên girêdayî hikumetê hatine tayînkirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Bi boneya salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz û Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd got “Em ê li gorî mîrateya ku Gurbetellî Ersoz ji me re hiştiye, xebatên xwe bidomînin. Xwe, jinan û civakê li gorî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin, veguherînin.” BI WÊNE Û DÎMEN.

Çalakvan û parêzvanê mafên mirovan Cibraîl Mistefa da zanîn ku nenavendîbûn vebijêrka herî baş e ji bo avakirina Sûriyeya nû û diyar kir ku dive ezmûna rejîmên navendî û otorîter dubare nebe. BI WÊNE Û DÎMEN.

Xwendekarên Zanîngeha Helebê yên ji Efrîn û Kobanê komeke muzîkê ya bi navê Koma Arî ava kirin. BI WÊNE Û DÎMEN.

Ev 2 sal e li Xezayê şer didome. Di van 2 salan de zirareke pir mezin gihîşt mirovan û binesaziya Xezayê. Şer bandoreke mezin li tevahiya herêmê kir û ew wekî yek ji şerên herî dijwar ên di dîroka aloziya Filistîn - Îsraîlê de hat dîtin. BI WÊNE.

Jina ciwana ya bi navê Rezan Delê bi hunera xwe hem debara xwe dike û hem jî hunera xwe nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê konferansa komînan li dar dixe. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Kongra Star atolyayekê li ser rola Rêber Abdullah Ocalan di avakirina aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN.

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Akademiya Civaka Demokratîk a kantona Reqayê panelekê bi sernavê "Bi nêrîna Abdullah Ocalan em asoyên aştiyê xêz dikin" li dar dixe. Panel li Navenda Çandê ya li bajarê Reqayê tê lidarxistin (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Rêxistina Tevkariya Mirovî û Geşkirinê bi tevkariya Wezareta Karên Derve ya Siwêsrayê kongreya "Ber bi mekanîzmeya Sûriyeyê ji bo avakirina aştiyê ve" li hola Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Maamil a kantona Dêrazorê li dar dixe (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê bi boneya salvegera 27’an Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li ber avahiya xwe dide (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Meclisa Gel a Bajarê Tirbespiyê  li avahiya PYD’ê civînekê têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê li bajarê Qamişloyê atolyayekê bi sernavê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk, aliyên siyasî û qanûnî" li dar dixe (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê encamên kampanyaya "6 sal ji koçberiya bi darê zorê..vegera ewle mafê me yê rewa ye" ya komkirina îmzeyan li kampa Serêkaniyê ya li gundewarê Hesekê aşkera dike (11.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li bajarê Dirbêsiyê li dar dixe (18.00). BI WÊNE Û DÎMEN.

ANHA