ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-10-2026
12 cotmeh, 2026   02:00

Em dikevin salvegera şahadeta 5 şehîdên ragihandinê, Dilîşan Îbîş, Hogir Mihemed ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, Welat (Davût Erdemcî), Seîd Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed û Mihemed Hisên Reşo jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Ji bo lêpirsîna qetilkirina van rojnamegeran, hevseroka YRA’yê Evîn Ibrahîm got: “Me tevahî lêpirsîn kirine û belge kirine, şandine ji saziyên navnetewî re. Lê ji ber ev sazî li gorî berjewendiyên dewletan tev digerin, bêdeng in”. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hîn jî vegera bi ewle ya şêniyên gundewarên Serêkaniyê ya ji bo malên xwe ji ber hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li gundan rastî astengiyan tê, leşkerên di baregehan de nahêlin ku şênî nêzî malên xwe bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ermen û Suryanî çareseriyê di diyalokê de dibînin û xelkê herêmê daxwaz kir rê nedin fitnê û bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza mafên xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên koçber ên ku vegeriyane gundên xwe yên li bakurê bajarê Til Temir ji bo tamîrkirina malên xwe yên ku ji şer hatine wêrankirin bi kedeke mezin xebatê didin meşandin, ev rewş asta girêdana wan jinan bi xaka wan dide nîşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Çilaxayê anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di hemû şert û mercan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan têdikoşe û bang kir ku Rêbertî fîzîkî azad bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê merasîma cenaze ya endamê Hêzên Ewlekariya Hundriîn şehîd Ebdî Mihemed li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên malbatên şehîdan ên Girê Legê û Çilaxayê li dijî texrîbkirina  navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê daxuyaniyan didin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriyeya Pêşerojê di salvegera 7‘emîn a şehadeta sekretêra gistî  ya partiyê Hevrîn Xelef de merasîma bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Dêrikê li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xelkê Hesekê meşekê li dar dixe. Meş ji çerxerêya Kevokê dest pê dike, saet 16.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)