PYD: Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne

PYD: Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi lehengî li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, rejîma Baasê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirine, di parastina hebûna xwe ji êrişan de ne bi tenê ne.

PYD: Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ne
7 cotmeh, 2025   01:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî êrişên hêzên hikumeta veguhêz ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

PYD’ê diyar kir ku gelê Sûriyeyê û cîhan li hêviya diyalog, tifaq û beşdariya hemûyan di avakirina Sûriyeyê nû de û bidawîkirina alozî û bêistiqrariyê ne, lê hikumeta veguhêz bêyî ku girîngiyê bide peymanên ku îmaze kirine, bi taybetî peymana 1’ê Nîsanê ya li gel Meclisa Sivîl a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hewl dide demê qezenc bike û temenê pêvajoya demkî dirêj bike.

PYD’ê fikarên xwe ji ber nêzîkatiyên hikumeta veguhêz anî ziman û da zanîn ku ev nêzîkatî êşa welatiyan zêde dike û pêvajoya diyaloga nîştimanî asteng dike.

PYD’ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku "tevgerên dawîn yên hin komên çekdar ên girêdayê Tirkiye yên di nava hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, girtiyan rêyan, ambargo û êrişên li ser sivîlên banga rakirina ambargoyê dikin,  di heman demê de êrişên li ser Dêr Hafir û Bendava Tişrînê beşek ji plana derxistina şerekî fireh li Sûriyeyê, wêrankirina jiyana û qetilkirina hejmareke zêdetir a Sûriyeyê ye, mîna bûyerên li Siwêda û peravê rû dane."

 PYD’ê destnîşan kir ku fitne gefan li ewlehiya tevahiyan dixwe û dê welat ber bi talukeyê ve bibe.

PYD’ê bi domdarî got "Em ji gelê xwe bawer in ku dê tevahî komployên li dijî yekitî û nasname û jiyana wê pûç bikin. Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku bi lehengî li dijî êrişên çeteyên DAIŞ, rejîma Baasê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirine, dê li hemberî êrişan ne bi tenê bin."

PYD’ê bang li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê kir  û got:  "Bi aqilmendî û berpirsyarî tev bigerin, li hember planên fitne û şerê navxweyî bisekinin, neyên lîstok û gotinên nefret, nîjadperastî û mezhebperestiyê, hevgirtina civakî biparêzin. " Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê û erebî kir ku bi rola xwe ya berpirsyar rabin, girîngiyê bidin rewşa Sûriyeyê, rê nedin ku welat ber bi şerekî navxweyî ve biçe û parastina sivîlan bikin.

PYD’ê di dewama daxuyaniyê de got: "Em bang li hêzên ku dixwazin bi rêya normalîzkirina têkiliyan bi Şamê istiqrarê mîsoger peyda bikin, dikin ku hemû kelemên li pêşiya diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata demkî de rakin, da ku rê li ber pêkanîna peymana 10’ê Adarê were vekirin. Li gel gef û êrişan diyalogên berhemdar nin in."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz hat kirin û hate gotin: "êrişan rawestîne, rê û deriyan veke, dawî li kiryar û gotinên neyninî yên ku lihevhatina navxweyî asteng dike, bîne, ne bi çek û gefan, lê bi diyalogan pirsgirêkan derbas bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, parastina sivîlan û yekitiya welat û rûmeta welatiyan divê armanca pêşîn a hemûyan be.

(bb)