ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 4 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26 - 4 – 2025
26 nîsan, 2025   02:00

Şêniyên kantona Firatê got piştî banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, tu gavên cidî nehatine avêtin û diyar kir ku aştî dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe. BI WÊNE Û DÎMEN 

Bajarê Helebê bi reng û xemlên buharê û gul û kulîlkên rengîn pêşwaziya buharê kir. BI WÊNE

Li gundewarê kantona Reqayê, di nav xwezayê de, jinên herêmê kevneşopiyeke kevnar a çêkirina penîr parastiye. Penîr ji şîrê pez bi destan tê çêkirin ku her nifşekî rêbaza çêkirina wî daye nifşê pey xwe heta ku gihîştiye roja îro BI WÊNE Û DÎMEN .

Bi beşdariya 400 kesayetên ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û herêmên Sûriyeyê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê tê lidarxistin. (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Bi boneya roja şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Tebqayê mersîmeke bîranîê li dar dixe. Li mezara şehîdan a Tebqayê. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Yekîtiya Kedkaran li kantona Reqayê bi daxuyaniyekê destpêkirina çalakiyên Roja Karkeran a Cîhanê radighîne. (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Meclisa Birêveber a Kantona Reqayê, panelekê lidar dixe, li Navenda Çandêya Reqayê. (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN 

Rêxistinên Civaka Demokratîk li Tebqayê bi boneya roja Karkeran a Cîhanê panelkê li dar dixe. (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN