ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-10-2026
10 cotmeh, 2026   02:00

Rêvebera Mala Jinan a Qamişloyê Nafya Eshed diyar kir ku Mala Jinan karê xwe dimeşîne û got “Îro hikumeta veguhêz hatiye lê mafên jinan nedane. Heke em jî dest ji mafên jinan berdin ma dê kê xwedî lê derkeve? Pêwîstiya jinan bi Mala Jinan û birêxistinbûna jinan heye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Zivistan nêz dibe û mazot biha ye. Şênî ji bo pêdiviya xwe pêk bînin li çareseriyên alternatîf digerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji ber kêmbûna sotemenî û wesayîtên veguhastina çopê li taxên bajarê Hesekê çop kom bûye. Daîreya Paqijiyê diyar kir ku paqijiya li bajêr ji sedî 50 derbas nake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Însiyatîfa Gel a bajarê Girkê Legê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe, meş ji qada Şehîd Xebat dest pê dike. Şêniyên Til Temir û Zirganê jî bi heman armancê ji çerxerêya Qendîl a deriyê têketina başûrê bajarê Til Temirê dest bi meşê dikin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê der barê provokasyonên li Hesekê de daxuyaniyekê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star der barê zimanê Kurdî de daxuyaniyekê li çerxerêya Sebai Behratê ya bajarê Qamişloyê dide, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).