‘Divê dewleta Tirk destê xwe dirêjî aştiyê bike’

Şêniyên kantona Firatê got piştî banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, tu gavên cidî nehatine avêtin û diyar kir ku aştî dê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

‘Divê dewleta Tirk destê xwe dirêjî aştiyê bike’
26 nîsan, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Tevî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibatê kiribû jî, dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Têlildarî mijarê Cîhan Bozan ya ji Kobanê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Mijarê de banga aştiyê kir lê dewleta Tirk tu gavên cidî neavêtine.

Cîhanê anî ziman ku wan bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde û bi rêxistin kiriye û diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û aştiyê tê bikoşin.

Fatmê Îsa destnîşan kir ku ew azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: "Aştî bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çênabe. Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên azad didomin, ev yek jî diyar dike ku ew aştiyê naxwaze.”

Mihemed Elî jî bi bîr xist ku divê dewleta Tirk a dagirker jî êdî êrişên xwe bide rawestandin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Ji ber ku êdî dema aşiyê hatiye, aştî jî bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk nayê.

Elî di dawiyê de ev tişt anî ser ziman: "Dewleta Tirk her tim dixwaze gelê Kurd tune bike, lewma gavan ji bo aştiyê naavêje."

ANHA