ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-28-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-28-10-2026
28 cotmeh, 2026   02:00

Bihabûna tov, semad, sotemenî, kirêya cotkirinê û deregmayîna dayîna fatureyên genim hiştiye ku cotkarên li herêma Cizîrê zeviyên xwe ji çandiniya avî bikin çandiniya bejî. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Komîtya Koçberên Girê Spî êrişa ku duh li dijî malbatên Kurd ên vegerîne malên xwe şermezar kir û  diyar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Piştî dayîna ard ji bo firinan ji sedî 10 hatiye kêmkirin, nebûna mazota xizmeguzariyê, bilindbûna buhayê sotemeniyê û zehmetiyên dabînkirina pereyên nû, li herêma Cizîrê pirsgirêka nan zêde bûye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Efrînê piştî nêzîkî 9 salên koçberiyê vegeriyane zeviyên xwe yên zeytûnan û tevî wêrankirin, dizîn û birîna sîstematîk a daran, dest bi kar û xebatên çandin û çinînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên bajarê Kobanê daxwaza fermîkirina zimanê xwe kir û got “Zimanê kurdî ne tenê daxwazeke normal e, di heman demê de daxwazeke xwestina mafên mirovî ye ji bo parastina hebûn û siberoja neteweya Kurd.”  (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kongra Star a bajarê Dirêbsiyê ji bo nîqaşkirina xebatên xwe yên 2 salan li hola Navenda Çand û Hunerê konferansa xwe li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Xwendekarên Dibistanên bajarê Dêrikê li pêşa Rêveberiya Perwerdê ya bajêr bi daxwaza hînbûna bi zimanê Kurdî çalakiyekê li dar dixe, saet 09.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kongra Star a bajarê Qamişloyê konferansa xwe li dar dixe, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Saziya Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê, bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê, civîneke alîgirî û diyalogê bi şandeyeke ji Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê re li Qamişloyê dar dixe da ku rewşa li Parêzgeha Hesekê di qonaxa veguhêz de nîqaş bike û rola civaka sivîl, aktor û aliyên peywendîdar di pêşvebirina hevgirtina civakî û piştgiriya edaleta veguhêz û pêvajoyên lihevhatina neteweyî de lêkolîn bike, sawet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi armanca şermezarkirina êrişên li dijî koçberên vegerîne Girê Spî, xelkê Qamişloyê xwepêşandanekê ji Çerxerêya Sebe Behrat heta Gerînendetiya Herêma Qamişloyê li dar dixe, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)