ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-06-2026
26 hezîran, 2026   02:00

- Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Yûsif Mele diyar kir ku hebûna qanûnê mîsogeriya rasteqîn a pêvajoyên avakirinê ye û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê bibe qonaxeke ji bo bidawîkirina şeran. Her wiha xwest gavên cidî di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de werin avêtin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên bajarê Hesekê ji ber bihabûna madeyên sotemeniyê bê çare mane û nikarin jiyana xwe ya rojane bi asayî dibomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Navenda Hîlala Zêrîn a Hesekê dest bi kursên şano, muzîk û dîlanê yên havînê ji bo zarokên keçîn kir. Rêvebera navendê diyar kir ku zarok bingeha pêşerojê ne û perwerdekirina wan di hunerê de dibe alîkar ku nifşekî nû were gihandin ku bikare çanda xwe biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

- Çemê Xabûr ê di Hesekê re derbas dibe piştî salan ji nû diherike û şênî pê kêfxweş in. BI WÊNE Û DÎMEN

- Piştî zêdetirî 80 salan di ser îmzekirina Peymana NY`ê re derbas dibin jî, hîna şer, pevçûn û dozên ku nehatine çareserkirin hene. Dozên gelê Kurd û Filîstînê ji wan dozan in. Ev yek valahiya di navbera prensîbên qanûnên navneteweyî û siyaseta navneteweyî de aşkera dike.