Dadgeha Bilind a DYAˊyê amadekariya vegerandina 6 hezar Sûriyeyiyan dike

Dadgeha Bilind a DYAˊyê bidawîkirina Statuya Parastina Demkî (TPS) ya nêzî 6 hezar Sûrîyeyî û 350 hezar Haîtiyiyan pejirand. Bidawîkirina vê bernameyê rê li ber vegerandina wan di çarçoveya siyaseta tundkirina penabertiyê ya rêveberiya Trump de vedike.

Dadgeha Bilind a DYAˊyê amadekariya vegerandina 6 hezar Sûriyeyiyan dike
25 hezîran, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) biryara rêveberiya Trump a bidawîkirina Statuya Parastina Demkî (TPS) ya nêzî 6 hezarSûriyeyî û 350 hezar Haîtiyiyên ku li DYAˊyê dijîn pejirand.

Dadgehê bi piraniya redkirina 6 dadgeran li hember 3 dadgeran biryar da ku biryara Wezareta Ewlekariya Hundirîn a ji bo betalkirina rewşa parastina demkî ne mijara nirxandina dadwerî ye, bi vî awayî desthilata rêveberiya Amerîkayê rê dide ku bernameyê bi dawî bike.

Ev bername sûdê dide kesên ku di xetereyê de têne hesibandin ger ji ber şer, karesatên xwezayî, yan jî rewşên din ên awarte vegerin welatên xwe. Parêzerên Sûriyeyî û Haîtiyiyan diyar kir ku şert û mercên li welatên wan ne ewle ne.

Ev biryar beşek ji siyaseteke berfirehtir a Rêveberiya Trump ji bo tundkirina tedbîrên penabertiyê ye û dibe ku bandora xwe li zêdetirî milyonek kesên ji hemwelatiyên cuda yên ku sûdê ji vê bernameyê digirin, bike.

(fr)