Li Şerîaya Rojava kesek bi guleyên hêzên Îsraîlê hat kuştin

Li Şerîaya Rojava welatiyekî Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate kuştin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku hêzên wan piştî ku wî gule avêtin leşkeran, gule berdanê.

Li Şerîaya Rojava kesek bi guleyên hêzên Îsraîlê hat kuştin
25 hezîran, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro ragihand ku kesekî 32 salî li parêzgeha Salfîtê ya li bakurê Şerîaya Rojava ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê di postek li ser platforma xwe ya "X" de diyar kir ku hêzên wan di xebateke meydanî de li herêmê kesekî ku gule diavêt leşkeran gulebaran kiriye.

Ev bûyer di nav aloziyên berdewam û operasyonên leşkerî yên hevber de li Şerîaya Rojava pêk tê.

(fr)