ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-10-2026
13 cotmeh, 2026   02:00

Bi salvegera 7`emîn a dagirkirina Serêkaniyê de şêwekar Mîdya Emeranî bi tabloyên xwe yên ku çîrokên koçberiyê vedibêjin, pêşangeha xwe ya bi navê “Li ser bextê vegerê” vekiriye. BI WÊNE Û DÎMEN. 

Hevseroka Şaredariya Mêrdîn Devrim Demîr got girînge têkiliyên di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de xurttir be û sazî di aliyê perwerde, xizmetguzarî, ji nûve avakirin, siyasî û rêveberiya xwecihî de bibe alîkar. BI WÊNE Û DÎMEN.

Dane û raporên îsal dûrxistina sîstematîk a jinên li Sûriyeyê ji qadên siyasî, aborî, perwerde û leşkerî nîşan didin. Der barê vê yekê de jî metirsî hene. BI WÊNE Û DÎMEN.

Bilindkirina buhayên sotemeniyê hiştiye li Hesekê lêçûna veguhastinê, xwarin, germkirin û xizmetguzariyê jî bilind bibe, daxwaz hene ku buha werin kêmkirin û barê şêniyan bê sivikkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên Sûriyeyê li bendê ne vegerin gundên xwe yên ku baregehên dewleta Tirk lê ne û bûne sedema astengbûna vegera wan. 124 navendên dewleta Tirk li Sûriyeyê hene. BI WÊNE Û DÎMEN

-Ji Kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê karwana 5’an a koçberên Serêkaniyê ber bi herêmên xwe ve dikevin rê, saet 08.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Zanîngeha Rojava bi sernavê “Zimanê Kurdî li Sûriyeyê di pêvajoyek nû de ye: rewş, astengî û asoyên siberojê” li Fakulteya Çandiniyê ya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê semînerekê dide, saet 10.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê karwana şehîdên ji bajêr di nav de nûçegihanê ajansa me Seed Ehmed, ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn li hola şehîdan bi bîr tîne, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Ciwanên ji Til Temirê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî meşeke meşaleyê ji Çerxerêya Kehrebê li dar dixe, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN