ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-10-2026
23 cotmeh, 2026   02:00

Xwendekarên dibistanên li Rojava piştî biryara dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de, di perwerdeyê de zehmetiyan dikişînin. Mamosteyên zimanê kurdî da zanîn ku ev biryar bandoreke neyînî li xwendekaran û li asta wan a xwendinê kiriye û daxwaz kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Saziya Jina Azad a li bajarê Hesekê xebatên xwe yê pêşxistina jinan û hebûna wan a li nava xebatên sûkan didomîne. Saziyê perwerdeyên pîşeyî ji bo pêdiviyên jinan û xizmetdayîna civakê vekirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Melayên li bajarê Çilaxa têkildarî bikaranîna deverên olî ji bo derxistina fitneyê û kûrkirina nakokiyan di navbera pêkhateyan de hişyarî dan û diyar kir ku îslam banga efûkirin, edalet û biratiyê dike, parastin aştiya civakî û pêşxistina jiyana hevbeş berpirsyariyek e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di hefteya borî de li Rojhilat, Bakur û Rojavayê Kurdistanê destdirêjî li jinan hate kirin û KJK`ê li dijî êrişên li ser Rojava bang li jinên Kurd kir. (BI WÊNE)

Yekitiya Rewşenbîran pêşangeheke şêwekariyê li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê vedike, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)