ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-11-2026
12 mijdar, 2026   02:00

Li bajarê Hesekê motorsîklet zêde têne bikaranîn. Şênî ji vê yekê aciz bûne û rayedarên Trafîkê jî diyar kir ku vê mijarê dinirxînin û hîna biryareke fermî têkildarî ajokarên motorsîkletan nehatiye dayîn.  BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên gundewarên bajarokê Mistefawiyê yê bajarê Girkê Legê, ji bo temîrkirina rêyên ku zirar dîtine, bi hevkariya şaredarî û meclisa bajarok bi derfetên xwe dixebitin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolîner Tariq Wehbe got heke Sûriye tev li Peymana Mekeyê bibe dê derfet çêbe ku sîstema parastinê ya herêmê deyne û çûyîna Sûriyeyê ya Yemenê bi rewşa hundirîn û berjwendiyên herêmê û navneteweyî ve girêdayî ye.  BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên li bajarê Hesekê ji ber bilindbûna buhayên madeyên sereke û sotemeniyê, kêmbûna mûçeyan û nebûna xizmetguzariyê, bi taybet bi nêzîkbûna zivistanê re di nava zehmetiyan de ne, şênî daxwazan dikin ku mûçe werin zêdekirin û mazota germkirinê were dabînkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên dibistanên Qamişloyê daxwaza sererastkirina biryara têkildarî zimanê kurdî kir û got “Em ne li dijî tu zimanên din in, lê em daxwaza fermîkirina zimanê kurdî dikin, em dixwazin ku em perwerdeya xwe bi zimanê kurdî bibînin.” BI WÊNE Û DÎMEN

-Koma 8’an a koçberên Serêkaniyê ji kampa Waşûkanî ber bi deverên xwe ve dikeve rê, saet 07.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Bi boneya nêzîkbûna Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava li Mala Êzidî ya Tirbespiyê civînekê organîze dike, saet 11.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Navenda Çand û Hunerê ya Hesekê bi diruşma “Çand stûna bingehîn a her civakekê ye” festîvalekê li avahiya xwe li dar dixe, saet 12.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Xelkê bajarê Hesekê û xwendekar li dijî kêmkirina waneyên zimanê Kurdî û daxwaza xistina wê di destûrê de wekî zimanekî fermî meşekê ji Çerxerêya Kevokê ve li dar dixe, saet 12.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

-Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê ji bo hunermendên destpêkê yên Cizîrê 3 rojan pêşangeha şêwekariyê li Parka Xwendinê ya Hesekê vedike, saet 18.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN