ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-07-2026
23 tîrmeh, 2026   02:00

Kadar Pîrê got aloziyên li Rojhilata Navîn rasterast bandorê li Kurdan dikin. Misogerkirina mafên Kurdan kilîta aramiya siyasî û ewlehî ya Rojhilata Navîn e.

Lêkolînerê kar û barên Îranê Hanî Silêman got şerê di navbera Washington û Tehranê de dibe ku bibe şerekî topyekûn.

Aborînas, pispor û akademîsyenan pirsgirêka aborî ya Sûriyeyê nirxand û got “Xwediyên tecrube û pisporiyên aborî yên Sûriyeyê hatine paşguhkirin.”

Li Girke Legê du bira projeyeke biçûk a şêraniya krîp vekir û plansaziya wan heye ku projeya xwe berfireh bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hozan Comerd ku ji bo salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatiye Rojava, got “Li Rojava binêrin; bihara mirovahiyê ye. Banga min ew e ku tevahî hunermedên ku dixwazin gelê Kurd nas bikin û bidin nasîn, bila bên vir. Rojava besmeleya paradîgmaya demokratîk e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Ji destpêka Şoreşa Rojava ve ku 19`ê Tîrmehê ne tenê li qadên berxwedan û parastinê dest pê kir, meydana çandê ya ku geşedanên rojane veguherandin pirtûkan û hûrgiliyên şoreşê parastin jî, rol lîst. Wê asoyeke nû li pêşiya zimanê kurdî vekir û hişt ku nifşeke nû ji pirtûkan bê derxistin.

 Koçberên Efrînê ku vegeriyan gund û malên xwe, rastî dîmena wêranî û talanê hatin. Wêneyên ji gundekî navçeya Şeran hatine, asta talan û wêrankirinê nîşan didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di Mîhrîcana Bazirganiyê ya Qamişloyê de hebûna çalakî û lîstokên ji bo zarokan, dihêle zarok demeke xweş derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi boneya azadkirina her du dîlgirtiyan; Elaa û Azad şahiyek bi beşdariya hunermendên Rojava li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, saet 19.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Til Temirê ji ber rewşa jiyanî ya xirab xwepêşandanekê li ser rêya M4 li dar dixin, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).