ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-11-2026
22 mijdar, 2026   02:00

Xwendekaran diyar kir ku perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî rewa ye û daxwaz kir ku zimanê wan ê dayikê di destûra nû ya Sûriyeyê de were bicihkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelê Sûriyeyê li bendê ye ku mekanîzmaya amadekirina destûrê zelal bibe. Lê hîna bi fermî nehatiye ragihandin ku komîteya nivîsandina destûrê hatiye avakirin.

Rêvebera Meclisa Jinan a TEV-DEM`ê Efaf Heskî pirtûkên dibistanan ên hikumeta veguhêz rexne kirin û daxwaz kir ku bên guhertin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hezaran malbatên ku ji Siwêdayê koçber bûne, ji dema koçberiya xwe ya Tîrmeha 2025`an ve cara duyemîn e ku zivistaneke biêş û azar derbas dikin. Lêçûnên germkirin û pêdiviyên bingehîn zêde dibin û gelek malbatan çavkaniyên xwe yên dahatê ji dest dane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî yên li Kampa Newroz li hember zivistanê di rewşeke bê çare de ne. Wan daxwaz kir ku vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya 25‘ê Mijdarê, Kongra Star û Meclisa Jinan a kongreya Îslama Demokratîk panelekê li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10.00‘an. Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê panelekê li navenda Çandê li dar dixe, li bajarê Qamişloyê meşek ji çerxerêya Sonî dest pê dike, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)