Parêzgarê Hesekê: Ava Elok ber bi depoyan ve diherike

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed diyar kir ku qutbûna ava li ser bajarê Hesekê ku bi salan dirêj kir, bi dawî dibe û depoyên El Himê, Til Temir û Holê êdî bi ava stasyona Elokê tên dagirtin.

Parêzgarê Hesekê: Ava Elok ber bi depoyan ve diherike
22 tîrmeh, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê endazyar Nûredîn Ehmed der barê stasyona avê ya Elokê de  nivîsek li ser hesabê xwe yê X‘ê weşand.

Nûredîn Ehmed got:"Dema tehl a bendewariyê bi dawî bû. Ava stasyona Elokê ber bi depoyên El Hemê, Til Temir û Holê ve diherike. Bi vê yekê dawî li heft salên ziwa yên kêmaviyê tê. Em êşa ku we kişandiye dizanin. Em destûrê nadin tu xemsarî an destdirêjiya li ser xetên avê. Tîmên me pompekirinê bi hûrgulî dişopînin da ku aramiya torê misoger bikin. Xebata me ya meydanî raneweste heta ku av bighêje hemû taxên parêzgehê."

Piştî qutbûna ava stasyona Elokê ya  Serêkaniyê li ser bajar û gundewarên Hesekê ku  heft salan dewam kir, îro bi amadebûna parêzgarê Hesekê, wezîrê enerjiyê tevî şandeyekê stasyon careke din hat xebitandin û av ber bi Hesekê ve hat şandin.

 (bb)