Li gundewarên Dera û Quneyterayê tevgerên Îsraîlê

Tevgerên bejahî û hewayî yên Îsraîlê li gundewarên Dera û Quneyterayê dewam dikin. Hate diyarkirin 2 ciwanên ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatibûn girtin, hatin berdan.

Li gundewarên Dera û Quneyterayê tevgerên Îsraîlê
22 tîrmeh, 2026   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro jî li gundewarên Dera û Quneyterayê liv û tevgerên hêzên Îsraîlê hebûn. Hate ragihandin ku dewriyeyên Îsraîlê ketin gundewarên her du herêman û balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê geriyan.

SOHR‘ê ragihand ku hêzên Îsraîlê ciwanên ku ji Hewza Yermûkê girtibûn, piştî çend saetan ew berdan.

Hate  ragihandin ku balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser bajarokên Seyda Hanût û Seyda Colanê yên gundewarên Quneyterayê geriyan. Di heman demê de tevgera erebeyên wan ên leşkerî li ser xeta sînor hatin şopandin.

Li gorî agahiyan, hêzeke Îsraîlê bi 3 erebeyên leşkerî ket herêma Bendava Mentera ya gundewarê Quneyterayê, piştre dewriyeyeke din a bi 2 erebeyan ket gundê Ednaniye.

Herî dawîn balafirên şer li ser gundewarên rojavayê Derayê geriyan. Lê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(bb)