ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-10-2026
15 cotmeh, 2026   02:00

Şêniyên Kurd ên li herêma Aliyan a Çilaxayê bang li hêz û partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe xurt bikin û da zanîn ku qonaxa heyî daxwaza nêrîneke siyasî ya hevbeş û stratêjîk zelal a parastina destkeftiyên gelê Kurd dike.  BI WÊNE Û DÎMEN

Ezmûnên civakên ji şer û krîzan derketine aşkera dike ku nefret, dezenformasyon û tehrîdkirin dikare heta piştî şer jî aloziyê veguherîne. Lê edalet, lihevanîn û xîtaba bexşandinê dikare di avakirina bawerî û pêşîlêgirtina tohildanê de bibe alîkar. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka TEV-ÇAND’ê Sumeya Mihemed bertek nîşanî biryara hikumeta veguhêz ya ji bo zimanê kurdî da û got “Tu kes biryara hikumeta demkî napejirîne. Em jî wek xebatkarên çandê çi bikeve ser milê me em ê bikin. Bi stran, şano, bi nivîsekê mabe jî em ê xwedî li zimanê xwe derkevin.” BI WÊNE Û DÎMEN

- Kongra Star a Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişa li ser wêneyên şehîdan û sembolên Kurdan li Hesekê daxuyaniyekê dide, saet 09.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bibîranîna 26 gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê konê sersaxiyê yê navendî vedide, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Nivîsgeha PYD’ê ya Çilaxayê ji bo şermezarkirina êrişa li dijî nivîsgeha xwe ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyekê dide, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN