ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2- 5 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2- 5 – 2025
2 gulan, 2025   02:00

Endamên PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk li hember ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ tu gavên cidî neavêtine, her wiha ji bo aştî pêk were divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevseroka KNK`ê Zeyneb Murad diyar kir ku konferansa yekrêziyê dê bibe pêngava esasî ji bo konferansên neteweyî li Kurdistanê bi giştî û pêkanîna biryarên konfernasê ne tenê erka Kurdên li Rojava ye û got “Kurd xwedî tecrube û projeya çareseriyê ne, rêveberiya li Sûriyeyê mecbûr e guhdariya helwesta Kurdan bike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên cotkar ên li gundewarên kantona Reqayê di hemû qonaxên karê çandiniyê de kedeke mezin didin. BI WÊNE Û DÎMEN

Berdevkê ENKS`ê Feysel Yûsif destnîşan kir ku hîna komîteya ku dê biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, nehatiye avakirin û ji bo wê di demeke pêş de wê li hev bicivin. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Helebê li ser paşxaneya bûyerên dawîn li bajarê Sehnaya û kiryarên tundûtûjiyê li çerxerêya duyemîn a li taxa Eşrefiyê daxuyaniyekê dide, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN