Til Avîv gefên tund li desthilata Şamê xwarin

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê bang li serokê desthilata Şamê kir ku binpêkirinên li dijî Durziyan rawestîne û got eger ew binpêkirin neyên rawestandin wê artêşa Îsraîlê bersivên mezin bide.

Til Avîv gefên tund li desthilata Şamê xwarin
1 gulan, 2025   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Yisrael Katz li hember berdewamkirina "binpêkirinên li dijî Durziyan li Sûriyeyê" hişyarî da serokê desthilata Şamê Ehmed El Şerî û got, eger ew binpêkirin ranewestin wê Til Avîv bersiveke mezin bide.

Katz got ku piştî êrişên li dijî Duzriyên li Sûriyeyê wî û serokê hikumeta Îsraîlê talîmat da artêşa Îsraîlê ku gelek derbeyên hişyariyê li dijî komên tundraw pêk bînin û peyamek zelal da desthilata Şamê ku ew li hember qedexekirina van binpêkirinan berpirsiyar e.

Katz anî ziman ku ew pabend in parastina Durziyan bikin û bûyeran dişopînin û eger dîsa binpêkirin li dijî Durziyan pêk hatin û rejîmê qedexe nekir, wê rastî bersiveke mezin werin.

Girêdayî wê, berdevkê artêşa Îsraîlê Avichae Adraee di daxuyaniyekê de got ku Îsraîlê hin welatiyên Durzî ji bo dermankirinê veguhastine Îsraîlê û li navenda tenduristiyê ya Sefed tên dermankirin. Ew welatî di pevçûnên li Sûriyeyê de birîndar bûbûn.

Adraee got hêzên artêşa Îsraîlê li herêma başûrê Sûriyeyê belav bûne û ji bo pêşî li derbasbûna hêzên dijber ji bo herêmê û gundên Durziyan bigirin amade ne. Her wiha artêş pêşdeçûnan dişopîne û ji bo dan û standinê bi sînaryoyên cihêreng re bike di nava amadebeşiyê de ye.

(mh/fr)