ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2026
5 mijdar, 2026   02:00

Rojnamevan Dîlan Osman diyar kir ku hevrê şehîd Ciwan Îbrahîm di qonaxên destpêkê yên Şoreşa Rojava de bi rolek girîng di aliyê rêxistina civakê, damezrandina xebata çapemeniyê û saziyên ewlehiyê lîst. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbata Libabîdî ya li Şamê ya ku ji 6 kesan pêk tê, di demekê de ku mazota germkirinê nayê peydakirin, sotemenî û sobe biha ne, li wesîleyeke germkirinê ya lêçûna wê kêm digere. Tevî ku berê xwe dane germkirina bi gazê jî lê hîn negihaştine encamekê ku ev yek tê serê bi hezaran malbatên li Sûriyeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Analîzvanê ji Iraqê Silêman El Cemîlî diyar kir ku ji ber şerê di navbera DYA û Îranê de pirsgirêkên Iraqê yên aborî û ewlehiyê hene. Hikumeta Iraqê jî dan û standin bi komên çekdar re dike da ku Iraq nekeve nava vî şerî.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêyên Çilaxa û gundewarên wê êdî xira bûne û pêdiviya wan bi sererastkirinê heye. Êdî çûyîn û hatin, bi taybet dema baran dibare, gelekî zehmet bûye.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên dibistanên Dêrikê biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir. Xwendekaran daxwaza mafê xwe yê berdewamkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û naskirina zimanê kurdî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Karwana 8’an a koçberên Serêkaniyê ber bi gundên xwe ve dikeve rê, saet 8.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Qamişloyê, di roja duyemîn de merasîma bibîranînê ya şehîd Ciwan didome, saet 10.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Til Temirê, ji bo nîqaşkirina xebatên xwe yên 2 salan, li hola Meclisa Malbatên Şehîdan, konferansa xwe ya 2 salan li dar dixe, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)