ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-10-2026
17 cotmeh, 2026   02:00

Xwendekarên Kurd biryardariya xwe ya li ser mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, parastina nasnameya xwe ya çandî û dîrokî nîşan dan û xwe xwedtin ku xwendina xwe bi zimanê ku bi salan e fêr bûne berdewam bikin.

Jinên li bajarê Çilaxayê êrişên li dijî wêneyên şehîdan û sembolên Kurdî şermezar kirin û diyar kirin ku ev êriş dê wan ji berdewamiya berxwedanê û parastina mafên xwe dûr nexin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Efrînê piştî ku vegeriyan hewl didin ku pêdiviyên xwe pêk bînin lê bêkarî û pirsgirêkên aborî destûr nade ku aram bijîn. (BI WÊNE)

Koçberên kampa Waşûkanî xwestin berî zivistanî vegerin malên xwe û diyar kirin ku di zivistanê de bi mercên mirovî yên dijwar re rû bi rû dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Hesekê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed li Pakrewangeha Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê, Girkê Legê, Çilaxa, Qamişlo û Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina êrişa li ser goristana Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyan didin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatîfa Fermîkirina Zimanê Kurdî di Destûra Sûriyeyê bi çalakiyekê li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê tê avakirin, saet 10.00‘an.  (BI WÊNE Û DÎMEN)