'Şaristanî bi zendên karkeran tên avakirin'

Di peyamên şahiya 1'ê Gulanê ya Helebê de bal li ser girîngiya rola karkeran di avakirina şaristaniyan û misogerkirina jiyaneke azad û birûmet de hat kişandin û hat gotin, "Şaristanî bi zendên karkeran tên avakirin."

1 gulan, 2025   23:09
HELEB

Rêxistina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê, bi boneya 1'ê Gulanê û bi dirûşm "Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk werin em bi hev re 1'ê Gulanê pîroz bikin" şahiyek li qada Cebanat a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê li dar xist.

Di şahiyê de şênî, endam û nûnerên partiyên siyasî, meclisên sivîl û komîn amade bûn û alên Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

i şahiyê de hevseroka TEV-DEM'ê Nehle Mustefa got, piştî çewisandineke demdirêj a nasname û hebûna jinan, êdî dema hatiye ku dîrok bi tîpên ronahiyê were nivîsandin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şahîn Mustefa axivî û got: "Jiyana birûmet û şaristanî bi saya zendên karkeran tên avakirin."

Piştre koma Kevneşopî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, koma Êldef, koma Mala Êzidî, koma Şehîd Vejîn a Tevgera Hîlala Zêrîn û Yekitiya Hunermendên Helebê stran pêşkêş kirin û koma Şehîd Serhed govendên folklorî pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA