Rûsyayê êrişî Kîevê kir

Artêşa Rûsyayê bi dronekê li avahiyeke nêzîkî herêma serokatiyê da. Li wê herêmê parlemanto û nivîsgeheke girêdayî serokatiya Ukraynayê hene.

Rûsyayê êrişî Kîevê kir
23 mijdar, 2026   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçegihanê “Sky News Arabia”, droneke Rûsyayê avahiyekê nêzîkî herêma serokatiyê ya li naverasta Kîevê bombebaran kir.

Nûçegihan ragihand ku ji ber lêdana dronê li ser avahiyeke nêzîkî herêmeke ku tê de parlemanto û nivîsgeha serokatiyê hene, dengê teqînan hat bihîstin.

Lê di agahiyên destpêkê de mezinahiya zeraran an jî çêbûna birîndaran nehatin aşkerakirin.

(f)