ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-10-2026
6 cotmeh, 2026   02:00

Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bingeha hiqûqî hate avakirin, lê qonaxên krîtîk nehatin derbaskirin. Sernavê herî krîtîk ê pêvajoyê jî li ser wê yekê kom bûye ka statu û rola Rêber Abdullah Ocalan dê çawa bê pênasekirin?

Malbatên şehîdan û xwendekarên li gundewarên bakurê Çilaxayê bal kişand ser mijara naskirina destûrî û qanûnî ya zimanê kurdî û diyar kir ku zimanê kurdî bingeheke esasî ya nasnameya neteweyî û hebûna gelê Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvan û kesên nasnameyên wan li Sûriyeyê nehatine qeydkirin, daxwaza naskirina doza wan kir û da zanîn ku dayîna nasnameyê tenê têrê nake û destnîşan kir ku hewcedariya sererastkirinên qanûnî heye û divê doza wan di pêvajoya edaleta veguhêz de were bicihkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pisporê ewlehî û stratejiyê yê ji Iraqê lîwa Cewad El Dehlekî anî ziman ku derketina hêzên DYA’yê ji Iraqê pêşketinek nîn e û anî ziman ku derketin welat bi arîşeyên ewlehî û siyasî yên nû re rû bi rû dihêle. (BI WÊNE)

Li Hesekê ji ber kêmbûna mazotê piraniya jeneratoran nema tên pêxistin. Vê jî hişt ku kehrebe li ser bajêr qut bibe û li aliyeke din buhayê her empêrekê bibe 17 dolar. Şênî daxwaz dikin ku pirsgirêka kehrebeyê were çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pirsgirêka serfkirina fatureyên berhemên genim li her deverekê cuda ye, bi taybet li Hesekê û Reqayê derengmayîn heye. Li hêleke din cotkar ji bo dabînkirina pêdiviyên mewsima çandiniyê bi hacetî pereyan in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Dirbêsiyê panelekê li ser mafên çandî yên gelê Kurd ê li Sûriyeyê li navenda xwe li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo 19 gerîlayên di dem û cihên cuda de şehîd bûne merasîma bîranînê li Navenda Ciwanan a Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê tê lidarxistin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Perwerdehiyê ya bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara wezareta perwerdeyê ya der barê zimanê kurdî de daxuyaniyekê dide, saet 12.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)