ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-11-2026
15 mijdar, 2026   02:00

Cotkarên parêzgeha Hesekê hîna pereyên xwe yên genim wernegirtine û mazot biha ye. Li gorî cotkar dibêjin wan hîna deynê sala borî nedaye û nikarin îsal çandiniyê bikin? (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rewşenbîrên li Kobanê diyar kir ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bo hemû pêkhateyan were parastin û got ew sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî napejirînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li bajarê Dirbêsiyê jin ji ber bihabûnê nikarin amadekariya zivistanê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de rewşa Sûriyê û bandorên guhertina mîrateya perwerdeyê, her wiha guhertinên muhtemel di siyaseta Îsraîlê de piştî guhertina rêveberiyê û bandorên wê li ser dosyayên herêmê nirxandin.

Meclisa Jinan bi boneya nêzîkbûna 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan panelekê li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 09.30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 6‘emîn di roja 3‘yemîn de li bajarê Qamişloyê didome, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star ji boneya 25‘ê Mijdarê panelekê li Dirbêsiyê li dar dixe, li bajarê Til Temirê jî civînekê li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).