ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-10-2026
7 cotmeh, 2026   02:00

Nûnerên partiyên siyasî yên Tirbespiyê diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û gotin divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de fermî bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên zeytûnan li parêzgeha Humsê ji ber tirsa ji diziya berhemên darên xwe, beriya hatina dema berhevkirina wê di nava fikaran de ne. Ev dihêle ku hinek cotkar di demeke zû de berhemên xwe berhev bikin û ev jî bandorê li miqdara zeytê û kalîteya wê dike. 

Ji ber bihabûna sotemeniyê û zêdebûna lêçûnên çandiniyê, cotkarên Til Temirê berê xwe didin alav û awayên kevneşopî yên çandiniyê da ku lêçûnên çandiniyê kêm bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşketina heyî ya di qada rojnamegeriya jinan de ji valahiyekê nehat, lê belê berhema mîrateyeke têkoşînê ya jinên pêşeng mîna Gurbetellî Eroz e û bi sedan rojnamevanên ku li ser rêya wê pênûsa azad veguherandin amûrên berxwedan û zanînê.

Xwendekarên dibistana El Eqba ya bajarê Dirbêsiyê li dijî biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya der barê zimanê Kurdî de daxuyaniyekê didin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Merasîma sersaxiyê ya 19 gerîlayên azadiyê li navenda Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê dewam dike, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandinê Jin (YRJ) bi boneya Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd panelekê li avahiya xwe ya bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Ol û Baweriyan a bajarê Qamişloyê têkildarî provokasyonên dawîn ên li Hesekê daxuyaniyekê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê merasîma şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê li dar dixe, saet 13.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)