Li Idlibê cenazeya jinekê hat dîtin

Li malekê nêzî kampa Ebû Tehlê yê gundewarê Selqînê yê rojavayê Idlibê cenazeya jinekê hat dîtin.

Li Idlibê cenazeya jinekê hat dîtin
14 cotmeh, 2026   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li malek derdora kampa Ebû Tehlê yê Selqînê yê rojavayê Idlibê cenazeya jinekê ji malbata El Dahir hat dîtin.

Li gorî agahiyên destpêkê, şert û mercên mirinê û hûrgiliyên bûyera nenas nayên zanîn.

SOHR’ê destnîşan kir ku hejmara sûcên qetilkirinê li Sûriyeyê ji destpêka 2026’an ve derketiye 416 sûcan, di encamê de 461 kes di nav de 360 mêr, 63 jin û 38 zarok hatine kuştin.

(f)