ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-11-2026
2 mijdar, 2026   02:00

Tevî wêraniya malên wan koçberên li kampa Serêkaniyê daxwaza vegera ewle dikin û dan zanîn ku kevinbûna konan, barîna baranê û nebûna destekdayînê zehmetiyên wan zêdetir kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê rêxistina PYD`ê ya Hesekê Ferhan Dawûd anî ziman ku hikûmeta veguhêz li hemberî êrişên li ser koçberên Girê Spî helwestekî xurt nîşan neda û got, eger ev bûyer dubare bibe dibe ku li ber vegera koçberan û pêvajoya entegrekirine bibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundekî Til Temirê derdora 140 xwendekar li dibistaneke nîv kavilkirî û bi derfetên pir kêm perwerdeya xwe didomînin. Hin malbat ji tirsa hilweşînê zarokên xwe naşînin dibistanê. Gundiyan banga sererastkirina dibistanê û dabînkirina hewayeke ewle ya perwerdeyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beşdarên Festîvala 4‘emîn a "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê" diyar kirin ku ew hewl didin bi şanoyê bidin çav û neynika civaka xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên Zanîngeha Rojava bi armanca redkirina biryarên wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî yên der barê zanîngehên Rojava û Kobanê, daxuyaniyekê li pêşiya avahiya zanîngehê ya li Qamişloyê didin, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)