Îsraîlê cara 3’yan Quneytîra topbaran kir

Hêzên Îsraîlê piştî Til Hemriye û Til Kirom derdora Til El Ehmer El Şerqî li gundewarê Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê cara 3’yan Quneytîra topbaran kir
14 cotmeh, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Îsraîlê derdora Til El Ehmer El Şerqî yê gundewarê başûrê Quneytîrayê topbaran kir. Bi wê re bû cara 3’yan deverên cuda yên Quneytîrayê tên topbarankirin.

Beriya Til Ehmer El Şerqî, derdora Til Hemriye û derdora Til Kirom jî hatin topbarankirin.

Der barê windahî û zirarên ji ber topbaranê tu agahî nehatin bidestxistin.

(f)