ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-8-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-8-2025
14 tebax, 2025   02:00

Kurd, Ereb û Suryanên ji Tirbespiyê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan çirûska hemû gelan in û got banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne Rojhilata Navîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li çend taxên Qamişloyê pirsgirêka nebûna ava vexwarinê jiyana şêniyan dijwar kiriye. Şênî neçar in ava ku bi kêrî vexwarinê nayê bikirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê Sûriyeyî Elî Emîn Siwêd hişyarî da ku hikumeta veguhêz hewl dide modelek navendî ya rêveberiyê bi zorê ferz bike. Siwêd got "Sûriye bêyî avakirina pergaleke nenavendî ya rêveberiyê nikare ji nava aloziyê derkeve.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêwirmendê eşîra Cûbûr Ekrem El Mehşûş piştgiriya xwe ji bo QSD'ê piştrast kir û gotarên nefretê red kirin. Her wiha li hember şerê navxweyî hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî şehîd fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî û got “Heval Nûreddîn mohra xwe li tunekirina DAIŞ’ê, operasyona kuştina Bexdadî, berxwedana li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî da. Tevayî pêkhateyên Sûriyeyê minetdarê wî ne. Em ê jî wek hevalên wî armanca wî bigihînin serkeftinê.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên kantona Dêrazorê komkujiya El Şiêtat a ku DAIŞ`ê li dijî êla El Şiêtat kiriye, bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Sêgir ê bajarê Dirêbsiyê civîna xwe ya 6 mehan li gundê Ezîziye li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê biboneya pêngava 15`ê Tebaxê meşeke bi meşalayan li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran bi boneya 15`ê Tebaxê panelek li ofîsa PYD`ê ya bajarê Girkê Legê li dar dixe saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)