ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-11-2026
13 mijdar, 2026   02:00

Kurê Mûsa Anter Dîcle Anter bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got “Her çendî malbat li mal fêrî zarokên xwe bikin jî, lê pirsgirêka perwerdeyê heye. Bingeha ziman jî perwerde ye. Mijara ziman mijara mirovahiyê ye. Dema ziman nebe, mirov nabe mirov.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li kolan, park û derdora dibistanên Hesekê çop kom bûye. Şênî gazincan dikin, Daîreya Paqijiyê jî got wesayîtên wan xira bûne û hejmara karkeran kêm e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêx û şêniyên Tirbespiyê banga hişyarbûna li dijî komên ku dixwazin li herêmê tevliheviyan derxin kir û got armanca wan têkbirina ewlehiya herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Qamişloyê û gundewarên wê bi alîkariya şênî û rêxistinan hewl tê dayîn ku kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin û yên xirabbûyî temîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li parêzgeha Hesekê demsala çandiniyê ya payîzê di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe. Dem hatiye ku dest bi cotkirina erdan bikin lê cotkar bê çare mane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji ber ku mazot pir biha bûye û xelk nikare wekî salên borî sotemeniyê peyda bike, gelek malbatan berê xwe daye kirîna amûrên elektrîkê da ku xwe pê germ bikin. Lê ev çareserî jî bi pirsgirêkeke mezin re rû bi rû maye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” ve hatiye organîzekirin li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê dest pê dike, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)