Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê bi nêzîkbûna salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê re meşeke bi meşalayan li bajarê Hesekê li dar xist.

Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
Li Hesekê Pêngava 15`ê Tebaxê hate bibîranîn
13 tebax, 2025   23:45
HESEKÊ

Ciwanan di meşê de ku ji lûtkeya çiyeyê Kewkeb ê rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kiriye, soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina azadiyê û rûmetê da.

Her wiha meş ji lûtkeya çiyayê Kewkeb ê rojhilatê bajarê Hesekê dest pê kir. Endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan tev li meşê bûn. Ciwanan meşela, al û wêneyên şehîd Egîd Korkmaz hildan.

Ciwan bi dirûşman, berxwedana şehîdan û Pêngava 15`ê Tebaxê silav kir û teqezî li giyanê fedakariyê û wefedariyê kir.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Helîme Îsmaîl axivî û got: “Guleya yekemîn a şehîd Egîd, di dîroka têkoşîna doza gelê Kurd de, kêliyeke dîrokî ya girîng e ku bandor li her kesî kir. Her çiqas hewl bidin vîna me bişikînin lê nikarin ji ber ku em şoparên şehîdan in. Em ê vê rêyê bêwestan bidomînin.

(şx)

ANHA