ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-11-2025
5 mijdar, 2025   02:00

Çalakvan û siyasetmedaran diyar kir ku nenavendî deriyê veguherîna demokratîk a rastîn li Sûriyeyê ye, û destnîşan kir ku beşdarbûna hemû pêkhateyan di biryardayînê de tekane rêya bidawîkirina alozî û vegerandina serweriya neteweyî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Serêkaniyê diyar kir ku vegera ewle ya li warê xwe bêyî qedandina dagirkeriya Tirk ne pêkan e. Koçberan bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku ji bo mîsogerkirina vegera ewle bikevin nava tevgerê. BI WÊNE Û DÎMEN

Bernameya nûkirina materyalan û materyalên nû, hişt ku pirtûkên sala nû ya perwerdeyê li hinek cihan derengî werin belavkirin. Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir wê di demeke kurt de pirtûkên kêm werin belavkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Siyasetmedaran vekişîna gerîlayên azadıyê ji nava sînorên Tirkiyeyê wek gaveke dîrokî ber bi aştî û demokrasiyê ve bi nav kir û got divê dewleta Tirk ji bo serxistina pêvajoya aştî û demokasiyê destûra xwe nû bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Celîla Xelîl roja bi karê dirûtina cilan, xebata xwe ya di nava Kongra Star û Mala Jinan de û çalakiyên xwe yên hunerî yên bi Koma Şehîd Rîhan a dîlanê re derbas dike. Ew bûye mînaka jinên bibiryar û kedkar. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê Nexweşxaneya Gel li Qamişloyê vedike, 09.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a PYDˊê ya kantona Firatê bi diruşma "Di bin ala Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de jinên Sûriyeyê ji bo azadî, dadmendî û wekheviyê", li avahiya PYDˊê ya bajarê Kobanê sempozyûmekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo sersaxiya malbata şervanê QSDˊê şehîd Goran Qamişlo û şervanên YPJˊê Zeyneb Tekoşîn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan merasîmekê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ya 8ˊemîn a ji hêla Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye organîzekirin, di roja xwe ya dawîn de li Navenda Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ya Qamişloyê didome, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekîtiya Esnafan li Bakur û Rojhilatê Sûriyey kongreya xwe ya damezrîner li bajarê Hesekê li dar dixe. (10: 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê, ji bo zarokên şehîdan şahiyekê li dar dixe, li Navenda Çand û Hunerê ya bajêr (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Til Birakê dê sersaxiyê bidin malbata şehîda Medîn Selman Ebdûd, li gundê Simêhan Şerqî (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN