Li Humsê 10 sivîl hatin girtin û kesek birîndar bû

Li Humsê û gundewarê wê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 10 sivîl girtin û ber bi cihekî nediyar ve birinbin. Li aliyekî din jî di êrişa çekdarên nenas de kesek birîndar bû.

Li Humsê 10 sivîl hatin girtin û kesek birîndar bû
4 mijdar, 2025   23:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li gundê Ekrad El Dasiniye yê gundewarê Humsê hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 10 sivîl di nav de xwediyê firna tekane li herêmê, girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gorî agahiyan, ji ber girtina xwediyê firnê, 2 roj e nan ji ser zêdetirî 4 hezar şêniyên gund û herêmên derdorê ve qut bûye. Vê hişt ku zehmetiyên şêniyan mezin bibin nexasim ku tu sedemên girtiyên şêniyan nehat aşkerakirin.

Girêdayî wê, hêzên hikumeta veguhêz di rojên dawîn de li gelek bajarên Sûriyeyê welatî girtin û revandin. Herî dawî jî serbazê karbes "Ednan Y" ê ku berê serokê Şaxê Ewlehiya Cinayî yê hêzên rejîmê li Laziqiyê bû, hat girtin. Ednan di vê dawiyê de ji Lubnanê vegeriyabû û ji kesên berê rewşa xwe ya ewlehiyê çareser kiribû.

Girêdayî heman mijarê, nûçegihana me ji bajarê Humsê aşkera kir ku vê êvarê li gundê Reblê yê gundewarê Qisêr ê rojavayê Humsê 2 çekdarên nenas li ser motorsiklêtê gule li welatî Con El Îrotî barandin. Di encamê de bi giranî birîndar bû.

Nûçegihan got ev bûyer dema welatî li pêş mala xwe bû, pêk hat û piştre çekdar reviyan. Welatî rakirin nexweşxaneyê, lê tenduristiya wî nehat zanîn ka baş bûye yan na.

(mh/fr)